Li Komeleya Nûbiharê wê dersên kurdî destpê bikin
Komeleya Nûbiharê wê di mehên zivistanê de bi awayekî online, dersên kurmancî, soranî û zazakî bide. Her weha ji bo zarokan jî dersên kurmancî wê destpê bikin.
.jpg)
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Komeleya Nûbiharê di mehên zivistanê de wê kursên kurdî bide destpêkirin. Komele wê bi awayekî online wê dersên kurmancî, soranî û zazakî bide.
Her weha ji bo zarokên ku kêmanî di pola 4an de dixwînin wê dersên kurmancî destpê bikin. Ders wê bi rêya programa Zoomê werin dayîn.
Kursên navborî wê 1ê Kanûna Paşiyê ya 2022yê de destpê bikin û heta 31ê Adarê wê dewam bikin.
Pêvajoya serlêdanan di 21ê Kanûna Pêşiyê de destpê kiriye. Kesên ku dixwazin beşdarî van kursan bibin wê heta 31ê Kanûna Pêşiyê bikaribin serî lê bidin.
Piştî kurs qediyan, wê bawernameyan bidin kesên beşdar bûne.
Ji bo zanyariyên zêdetir û ji bo qeydê, bitikîne.
(FD)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.