Li Kerbelayê wê 3 rojan şîn bê girêdan
Li Kerbeleya bajarê Iraqê ji ber ku di dema pîrozkirina roja Aşûreyê de 31 kes mirin, wê 3 rojan şîn bê girêdan.

Walîtiya Kerbelayê daxuyaniya nivîskî daye û gotiye, li ser daxwaza Walî Nesîf el Qutabiyî û pesendkirina Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdiyî, bi sedema kesên ku li Kerbelayê di dema bernameyên aşûreyê de mirine, ew ê 3 rojan şînê bigirin.
Li Kerbelayê duh di merasima Aşûreyê de tevlihevî çêbûye û 31 kes mirine, 100 kes birîndar bûbûne.
Piştî bûyerê Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî çûye Kerbelayê û li nexweşxaneyê serdana birîndaran kiriye. (FD)
Çavkanî û Fotograf: AA
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.