Li Îzmîrê nûçegîhanên MA, JINNEWS û Gazete Duvarê hatin desteserkirin
Polîsan bi ser malên Semra Turan, Delal Akyuz, Tolga Guney, Melîke Aydin û Cîhan Başakçîoglû de girtin û desteserkirin.

Li Îzmîrê polîsan danê sibehê bi ser malên rojnamegeran de girtin.
Nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê (MA) Semra Turan, Delal Akyuz û Tolga Guney, Nûçegihana JINNEWSê Melîke Aydin û Nûçegihana Gazete Duvarê Cîhan Başakçîoglû hatin desteserkirin.
Xebatkara çapemeniyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Fatma Funda Akbulut jî di nav kesên hatine deseteserkirin de ye.
Sedema desteserkirinê hê jî nayê zanîn. Di dosyayê de biryara astengkirina parêzeran a 24 saetan heye.
Rojnameger û xebatkarên DEM Partiyê li Şaxa TEMê ya Çankayayê tên girtin.
(HA/AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.