Li Izmîrê 7 kes hatine desteserkirin
Polîsan di saetên sibê de bi ser gelek malan de girtin û endama MYKa HDPê Îdîl Ûgûrlû jî di nav de 7 kes desteser kirine.

Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li Îzmîrê polîsan di saetên sibê de bi ser gelek malan de girtin û endama MYKa Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Îdîl Ûgûrlû û Dayika Aştiyê Behiye Yalçin di nav de herî kêm 7 kes desteser kirine.
Kesên ku nehatiye zanîn ji ber çi hatine desteserkirin birine Miduriyeta Polîsan a Îzmîrê.
Navên kesên hatine desteserkirin wiha ne:
Endama MYKa HDPê Îdîl Ûgûrlû, Berdevka Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê ya Îzmîrê Behiye Yalçin, Selma Demîr, Berfîn Çîçek, Bariş Kirmizitaş, Hayat Îzgî û Newroz Çelîk.(NT/AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.