Li Îzmîrê 6 kes hatine desteserkirin
Li Izmîrê şeş endamên Meclisa Ciwanan a HDPê hatine desteserkirin.
.jpeg)
Şeş endamên Meclisa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Îzmîrê şevê din li navçeya Menemenê hatin desteserkirin.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê polîsan pêşî li ber wesayîta ku Ugur Yildiz, Mûstafa Yalçin, Emre Yalçin û Harun Yakaç têde bûne girtine û ew desteserkirine. Her weha Abdurrahîm Kaymaz û Ozkan Çakal jî li Menemenê di encama serdegirtina kargehê de hatine desteserkirin. Di dema serdegirtinê de paceyên kargehê hatine şikandin.
Nehatiye zanîn ku bê ka ciwan çima hatine desteserkirin û diyar bûye ku kesên desteserkirî niha li Midûriyeta Emniyetê ya Îzmîrê ya li Çankayayê tên ragirtin. (AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.