Li Îranê bi pileya 5.6ê erd hejiyaye

Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li eyaleta Azerbaycana Rojava yê Îranê, saet di 06.16 deqîqeyan de bi pileya 5.6ê erd hejiyaye.
Li gorî zanyariyên ku Serokatiya Rêvebiriya Karesatan û Rewşa Lezgîn (AFAD) li ser malpera xwe weşandiye, navenda erdhejê bajarê Xoyê ye.
Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Komara Îslamî ya Îranê (IRNA) erdhej 8 kîlometroyan di bin erde de pêk hatiye. Cihê erdhej lê bûye, 19 kîlometroyan dûrî Xoyê, 24 kîlometroyan dûrî Selmasê, û 29 kîlometroyan jî dûrî Taze Şehrê ye. Her weha hin bajarên din ên eyaleta Azerbeycana Rojava jî hejiyane.
Ajansa Anadolûyê di nûçeyeke xwe de diyar kiriye ku bajarên mîna Wan û Colemêrg jî ji ber vê erdhejê hejiyane. Li gorî zanyariyan navenda erdhejê 29 kîlometroyan dûrî Elbak, navçeya Wanê ye. (EMK/FD)