Li Herêma Kurdistanê îro 24 kes ji ber Covid-19ê mirine
Li gor amarên fermî di rojekê de 754 kes bi Covid-19ê ketine û herwiha 24 kes bi wê vîrusê mirine.

Fotograf: Rûdaw
Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê zanyariyên dawî yên derbarê Covid-19ê de aşkere kiriye. Li gor daxuyaniya Wezaretê 24 saetên dawiyê de test 6 hezar û 804 kesên din hatine kirin.
Li gor daxuyaniyê di encama wan testan de 754 kesên din bi Covid-19ê ketine. Dîsa di 24 saetan de 646 nexweş baş bûne.
Wezareta Tendirustiyê diyar kiriye ku di rojekê de 24 nexweşên Covid-19ê mirine.
Li gor van encaman heta niha li Herêma Kurdistanê 37 hezar û 310 kes bi vîrusa Covid-19ê ketine. Ji wê hejmarê jî, 23 hezar û 746 kes baş bûne û hezar û 364 nexweş jî mirine.
Wezareta Tendirustiyê careke din ji welatiyan xwestiye li gorî tedbîran tevbigerin û lepik û maskeyan bikar bînin. (FD)
*Çavkanî: Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.