Li Herêma Kurdistanê duh 955 kes bi Covid-19ê ketine û 19 kes jî pê mirine
Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê ragihandiye, ku di 24 saetên dawin de 955 kes bi Covîd-19ê ketine û 19 kes jî pê mirine.

Fotograf: AA
Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê daneyên nû yên derbarê nexweşiya koronavirusê ango Covid-19ê de aşkere kiriye.
Li gor zanyariyên hatine eşkere kirin li Herêma Kurdistanê di 24 saetên dawî de nexweşî li 955 kesên din peyda bûye. 19 kes jî mirine. Her weha 374 nexweş baş bûne.
Test ji bo 5 hezar û 428 kesan hatiye kirin.
Li Herêma Kurdistanê li gorî daneyan heta niha 43 hezar û 323 kes nexweş ketine. Hezar û 572 kes bi Covîd-19ê mirine. Hejmara nexweşên baş bûne 27 hezar û 698e. (AY/FD)
*Çavkanî: Malpera Hikûmeta Herêma Kurdistanê
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.