Li Herêma Kurdistanê 793 kes bi Covid-19ê ketine û 31 kes jî pê mirine
Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê ragihandiye, ku di 24 saetên dawin de 793 kes bi Covîd-19ê ketine û 31 kes jî pê mirine.

Fotograf: Rûdaw
Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê daneyên nû yên derbarê nexweşiya koronavirusê ango Covid-19ê de aşkere kiriye.
Li gor zanyariyên hatine eşkere kirin li Herêma Kurdistanê di 24 saetên dawî de nexweşî li 793 kesên din peyda bûye. 31 kes jî mirine. Her weha 338 nexweş baş bûne.
Li Herêma Kurdistanê li gorî daneyan heta niha 53 hezar û 549 kes nexweş ketine. Hezar û 937 kes bi Covîd-19ê mirine. Hejmara nexweşên baş bûne 33 hezar û 650e. (AY/FD)
*Çavkanî: Malpera Hikûmeta Herêma Kurdistanê
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.