Li gorî TUÎKê, enflasyona salane ji sedî 47,09 e
Di meha Mijdarê de rêjeya zêdekirina kire bû ji sedî 60,45.

Saziya Îstatîstîkan a Tirkiyeyê (TUÎK) û Koma Lêkolînên Enflasyonê (ENAG) daneyên nû yên enflasyonê aşkere kirin.
Li gorî daneyên TUÎKê endeksa bihayê xercekar(TUFE) di meha Mijdarê de mehane ji sedî 2,24 e û salane jî ji sedî 47,09 e.
Rêjeya 12 mehên ku di zêdekirina kirêyê de hat girtin ji sedî 60,45 e.
ENAG: Enflasyon ji sedî 86,76 e
Koma Lêkolînên Enflasyonê (ENAG) jî daneyên xwe yên enflasyonê aşkere kir.
Li gorî daneyên ENAGê di meha Mijdarê de enflasyon ji sedî 4,06 zêde bûye û salane jî bûye ji sedî 86,76.
(HA/AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.