Li gorî AAyê di nameya Erdogan de lêborînxwestin nîn e
Serokwezîr Yildirimî jî gotibû ku naveroka nameyê gelek zelal e, wan xemgîniyên xwe anîn ziman û amade ne ku tamînatê jî bidin. Lêbelê AAyê hêjî îdia dike ku di wê nameya ku Erdoganî ji Putîî re şandiye de bi ti awayî behsa lêborîn û tazmînatdayînê nîn e.

Ji bo nûçeya Tirkî
Ajansa Anadoluyê (AA) îdia kir ku nimeya ku Serokwezîr Erdoganî ji Serokê Dewleta Rûsyayê re şandiye de bi ti awayî behsa lêborînxwestin û tazmînatdayînê jî nehatiye kirin.
AAyê ji bo çavkaniya wê nûçeya xwe jî rayedarên serokwezîrtiyê nîşan da û îdia kir ku lêborîna hatiye xwestin ne ji bo Dewleta Rûsyayê ji bo malbata wî pîlotê miriye re ye.
Îfadeyên berovajiyê gotinên Yildirimî
Serokwezîr Binalî Yildirimî duh beşdarê weşana TRTyê bû û got: ‘Naveroka nameyê gelek zelal e. Me xemgîniyên xwe anîne ziman. Eger pêwist be em ji tazmînatdayînê re jî amade ne.’
Lêbelê herçiqas ku Binalî Yildirimî wiha bêje jî AAyê di nûçeya xwe de got: ‘Di nameyê de bi ti awayî behsa tazmînatdayînê nehatiye kirin.’
(EKN/YO)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.