Li girtîgehê sedema qedexekirina jêbirka daktîloyê: “Dibe ku di firarê de bikar bînin”

Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Girtiyê bi navê Taner Korkmaz li Girtîgeha Tîpa F a Wanê daxwaza jêbirka daktîloyê ku weke “daksîl” tê zanîn ji hêla rêveberiya girtîgehê ve nehat qebûlkirin.
Rêveberiya girtîgehê hinceta vî tiştî bi gotinên, “İhtimal heye ku di hewldana fîrarê de bê bikaranîn” nîşan da.
Rêveberiya girtîgehê di 16ê Adara 2017an de biryar girt û got ku dibe ku daksîlê di hewldana fîrarê de ji bo dagirtina nava fayansan bikar bînin û ev jî ewlekariyê dixe binê xetereyê.
Taner Korkmaz di nameya xwe ya ji bo bianetê de destnîşan kiriye ku sê meh berê ji Girtîgeha Tîpa F a Kocaeliyê ew şandine Wanê û kelûpelên ku li Kocaeliyê bikar tanî hîna nedane wî.
Korkmaz diyar kiriye ku wî serî li rêveberiya girtîgehê daye lê rêveberiya daxwaza wî qebûl nekiriye. (AS/FD)
Rojnameger Ayşenûr Arslanê îfade da dozgerî, ji edliyeyê derket

Dozger: Bi xêzkirinê jî mirov dikarin propagandaya rêxistinê bikin

Celalettîn Can: Ez dixwazim demildest azad bibim

DMME: Mafê azadiya xweîfadekirinê yê Osman Baydemîrî binpê bûye

Polîsan berê li mexdûrê erdhejê daye, paşê gotiye “bibore, bi şaşî me li te da”
