Li girtîgehan “kitêbên berg-stûr” qedexe ne û penîr xerabûyî ne
Komeleya Hiqûqnasên Hemdem(ÇHD) li ser rewşa girtîgehan raporek amade kir di raporê de hat diyarkirin ku di dema Rewşa Awarte de binpêkirina mafan zêde bûye.

Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Komeleya Hiqûqnasên Hemdem(ÇHD) li ser rewşa girtîgehan raporek amade kir di raporê de hat diyarkirin ku di dema Rewşa Awarte de binpêkirina mafan zêde bûye.
Li girtîgehan girtî têne tecrîtkirin, carinan ew li hicreyekê bi tenê têne hiştin û bi vê yekê têne tecrîdkirin, carinan jî nameyên ji bo wan têne şandin an ew dişînin nayên gihandin. Hin nameyên têne gihandin jî carinan têne xêzkirin. Hin gotin û hevokên li ser nameyan têne reşkirin.
- Penîr û mastê li girtîgehan xerabûyî ne.
- Jimara kitêbên xwendinê bi jimaeka kêm tê sînorkirin. Kitêbên bergên wan stûr ji bo girtiyan nayê dayin.
- Daxwaznameyên ji bo dadgehan têne şandin gelek caran winda dibin an jî gelek dereng digihin dadgehan.
- Girtî gelek caran ji bo nexweşxaneyan rastî kêşeyan tên. Hin girtî 4-5 meh in ji bo emeliyatê û fîlmên MRê li benda nexweşxaneyan in.
- W.K. Girtiyekê zarok e wî got li girtîgehan givaşeka hişk ya psîkolojîk heye.
- Girtiyeka jin a siyatmedar diyar kir destdirêjî li girtiyên jin tê kirin. Leşkerên mêr kontrola laşê jinan dikin.(AS/MB)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.
Nivîsên wî/wê yên din
Rojnameger Ayşenûr Arslanê îfade da dozgerî, ji edliyeyê derket
3 Cotmeh 2023

Dozger: Bi xêzkirinê jî mirov dikarin propagandaya rêxistinê bikin
20 Îlon 2023

Celalettîn Can: Ez dixwazim demildest azad bibim
5 Îlon 2023

DMME: Mafê azadiya xweîfadekirinê yê Osman Baydemîrî binpê bûye
13 Hezîran 2023

Polîsan berê li mexdûrê erdhejê daye, paşê gotiye “bibore, bi şaşî me li te da”
27 Sibat 2023
