Li Girtîgeha Êlihê girtiyek weke biguman miriye

Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Rêvebiriya girtîgehê îddia kiriye ku Taner Atmacayê 25 salî ku li Girtîgeha Girtî ya Tîpa Mya Êlihê girtî bû, hewl daye xwe bikuje.Duh êvarê li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Êlihê miriye.
Li gorî nûçeya Ajansa Mzepotamyayê, cenazeyê Atmaca piştî otopsiyê radestî malbatê kirine. Cenaze bi şev li goristana Taxa Girbereşkê hatiye definkirin.
Bixwîne- Di sê mehan de li 17 girtîgehan 1589 caran mafên girtiyan hatine binpêkirin
Malbata wî gilî kiriye
Taner Atmaca di 27ê Tîrmehê de li Êlihê ji ber bûyereke edlî hatibû desteserkirin û piştre hatibû girtin. Her weha piştî girtinê Atama birine Girtîgeha Girtî ya Tîpa M ya Êlihê. Hatiye îddiakirin ku di 29ê Tîrmehê de hewl daye xwe bikuje.
Rêveberiya girtîgehê 2 roj piştî bûyerê di 31ê Tîrmehê de li malbata Atmaca geriyaye û agahî daye malbatê ku Taner xwe kuştiye. Atmaca ji bo dermankirinê birine Nexweşxaneya Perwerdehiyê û Lêkolînê ya Êlihê.
Malbat çûye Serdozgeriya Komarî ya Êlihê giliyê rêveberiya girtîgehê kiriye. Her weha malbatê daxwaza dayîna dîmenên bûyerê kiriye lêbelê ji aliyê dozgeriyê ve nehatiye qebûlkirin.(AS/AY)