Li Girtîgeha Denizliyê 7 zarokên girtî birîndar bûn
Li Denîzliyê di encama bûyera li Girtîgeha Zarok û Jinan a Bozkûrtê de 7 zarokên keç ên girtî birîndar bûn. Derbarê bûyerê de dozgeriyê lêpirsîn da destpêkirin. Herwiha ji bo alîkariyê bang li psîkologên saziyê kirin.

Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Di encama bûyera li Girtîgeha Zarok û Jinan a li navçeya Bozkûrt a Denîzliyê de 7 zarokên keç birîndar bûn.
Li gorî nûçeya ji Ajansa Nûçeyan a Doganê (DHA) Ramazan Çetînî, 5 zarokên girtî xwestin derbasî qada girtiyên mezin. Ji ber ku destûr nehate dayin bûyer derket. Walîtî û Serdozgeriya Komarî ya Denîzliyê îdia kirin ku zarokan xwe bixwe birîndar kirine.
Dozgeriyê îdiaya serhildanê piştrast nekir
Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (dihaber) ragihand ku di girtîgehê de serhildan derketiye.
Di nûçeya dihaberê de hat gotin ku di bûyerê de 5 gardiyan rehîn hatine girtin û hemû gardiyan hatine rizgarkirin. Lê dozgeriyê ev îdîa piştrast nekir.
Dozgeriya Komarî ya Nobedar a Çardakê derbarê bûyerê de lêpirsîn da destpêkirin.(AS/FD)
nûçeyên pêwendîdar
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.