Li Geverê heta 3 rojan derketina derve hat qedexekirin
Li navçeya Geverê piştî li dijî maşîneyek zirxî ya polîsan çalakî pêk hat, heta 3 rojan derketina derve hat qedexekirin.
.jpg)
Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Li navçeya Geverê ya Colemêrgê piştî li taxa Gungorê li dijî maşîneyê zirxî ya polîsan bi roketan çalakî pêk hat û di encamê de polîsek birîndar bû, derketina derve hat qedexekirin.
“Qedexeya” ku li ser hoparlorên mizgeftan hat eşkerekirin dê di saet 06.00an de dest pê bike û heya 3 rojan berdewam bike.
(EA/YO)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.