Li Eskîşehîrê wesayita karkeran qulipî ye: 2 karker mirine
Li Eskîşehîrê wesayita karkeran qulipî ye û di encamê de du karker mirine, 12 jî birîndar bûne.

Fotograf: Emrah Yaşar / AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wesayita karkeran li ser rêya Eskîşehîr-Enqereyê li derdora otogarê ji rê derketiye û li bin guhê panoyekê ketiye.
Di encama qezayê de karkerên bi navê Huseyîn Bayramoglû û Zûhal Boz mirine.
Ajokar û 11 karkerên birîndar rakirine nexweşxaneyan. Rewşa karkerekî birîndar, giran e. (HA/FD)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.