Li Enqereyê herî kêm 20 kes hatin desteserkirin
Li Enqereyê parêzerên ÇHDê jî di nav de herî kêm 20 kes hatin desteserkirin.

Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarî ya Enqereyê de polîsan vê sibê bi ser gelek malan de girtin û herî kêm 20 kes desteserkirin.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê Seroka Komaleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) ya Şaxa Enqereyê Bîlgî Topçû, endamên komeleyê Ceren Yilmaz û Fatîh Gokçe jî di nav de di serdegirtina malan de herî kêm 20 kes vê sibê hatin desteserkirin.
Sedema lêpirsînê diyar nîne û kesên hatin desteserkirin birin Rêveberiya Polîsan a Enqereyê.
(TY/AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.