Li Enqereyê êrişî Navenda Giştî ya DEM Partiyê kirin
Li Enqereyê duh bi şev êrişî Navenda Giştî ya DEM partiyê kirin.

Duh bi şev hin kes an kesan êrişî Navenda Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a li Enqereyê kirin.
Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Doganê têkildarî êrişî weha got:
“Nîvê şevê êrişî Navenda me ya Giştî ya DEM Partiyê ya li Balgat a yek ji semtên herî qelebalix ên Enqereyê ye û navenda gelek partiyên siyasî lê ye hate kirin. “Weke ku di wêneyan de jî tê dîtin derî û cam hatine şikandin, hewl dane ku tabelaya me daxînin. Em bi bîr bînin ku ev feraseta reben a dixwaze provokasyonan bike, nikare me bitirsîne û rawestîne. Em bang li Wezîrê Karên Navxweyî Alî Yerlîkaya dikin ku bêyî dereng bikeve tedbîrên pêwîst bigire û êrişkaran tespît bike.”
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.