Li Enqereyê di serdegirtinên malan de gelek kes hatin desteserkirin
Li Enqereyê di saetên sibê de di encama serdegirtinên malan de herî kêm 9 kes hatin desteserkirin. Diyar bûye ku debarê 18 kesan de biryara desteserkirinê heye.

Li enqereyê polîsan vê sibehê bi ser gelek malan de girtin û herî kêm 9 kes desteserkirin.
Li gorî daxuyaniya Serdozgeriya Komarî ya Enqereyê, di çarçoveya lêpirsîna “Buroya Lêpirsîna Sûcên Terorê” bi iddiaya ku “propagandaya rêxistinê kirine” derbarê 18 kesan de biryara desteserkirinê hatiye dayîn.
Li gorî nûçeya Ajansa Anadolûyê lêpirsîn ji bo DHKP-C û TKP/MLyê ye.
Kesên hatine desteserkirin birine Rêveberiya Emniyeta Enqereyê.
Her weha li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê di encama serdegirtinên malan de Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Enqereyê yê berê û endama Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) Semra Demîr jî di nav de herî kêm 10 kes hatin desteserkirin.
(TY/AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.