Li Enqereyê bi çekan êrişî avahiya HDPê ya Altindagê kirine
Bi çekan êrişî avahiya HDPê ya Altindag, navçeya Enqereyê kirine.

Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li dijî avahiya Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Navçeya Altindaga Enqereyê di saetên şeve de ji aliyê kes ango kesên nasnameya wan nediyar ve êrişa çekdarî pêk hatiye.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê guleyek li cama avahiya HDPê ketiye. Di wê saetê de kes li avahiyê nebûye û ziyan gihîştiye avahiyê.
Her weha polîs çûne cihê bûyerê û nehiştine kes nêzî avahiyê bibe û rojnameger jî asteng kirine. (TY/AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.