Li Enqereyê 21 kes hatin desteserkirin
Li Enqereyê di serdegirtina malan de 21 kes hatin desteserkirin.

Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarî ya Enqereyê de di serdegirtina malan de 21 kes hatin desteserkirin.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê sedema desteserkirinê weke ku di pîrozbahiya Newroza Enqereyê ya sala 2022an de "propagandaya rêxistinê hatiye kirin" nîşandane.
Her weha dozgeriyê ragihand ku derbarê 9 kesên din de jî biryara desteser kirinê heye û hê li wan "digerin".
Hatiye diyarkirin ku kesên hatine desteserkirin birin Rêveberiya Polîsan a Enqereyê.(AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.