Li Êlihê wesayiteke leşkerî qulipiye
Li navçeya Heskîfê ya Êlihê wesayiteke bizirx qulipiye û di encamê de 3 leşker û 4 cerdevan birîndar bûne.

Li navçeya Heskîfê ya Êlihê wesayiteke bizirx qulipiye û di encamê de 3 leşker û 4 cerdevan birîndar bûne.
Li gorî nûçeya Ajansa Anadolûyê, wesayit dema ji navçeya Heskîfê diçû Qereqola Cendermeyan ya Kercewsê, li nêzî Qereqola Cendermeyan a Yolustuyê qulipiye.
Di encamê de 3 leşker û 4 cerdevan birîndar bûne.
Birîndar rakirine Nexweşxaneya Dewletê ya Heskîfê, Nexweşxaneya Dewletê ya Êlihê û nexweşxaneyên taybet.
Hatiye diyarkirin ku rewşa leşkerekî û cerdevanekê giran e. (FD)
Fotograf: AA
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.