Li Efxanistanê li gor encamên neteqez Eşref Xanî bûye serokomar

Komîsyona Hilbijartinê ya Serbixwe ya Efxanistanê daxuyand ku li gor encamên nefermî Eşref Xanî cardin wek serokomar hat hilbijartin.
Serokê Komîsyonê Hava Alem Nûristanî civîna çapemeniyê li dar xist û encamên neteqez ên tûra ewil a hilbijartina serokomariyê eşkere kiriye.
Nûristanî diyar kiriye ku Eşref Xanî ji sedî 50,64 deng hildane.
Nûristanî diyar kir, Serokê Lijneya Îcrayê ya Efxanistanê û Namzedê Serokomariyê Ebdullah Ebdullah di rêza duyemîn da ye û di rêza sêyemîn da jî Gulbeddîn Hîkmetyar heye.
Nûristanî diyar kiriye ku ji 2 milyonî kêmtir kes beşdarî hilbijartinê bûn û heke meriv reyên bî hîle jê derxe, jimara reyên derbasdar milyonek û 843 hezar in.
Nûristanî gotiye ku encamên teqez ên hilbijartinê wê piştî îtiraz û giliyan were eşkerekirin.
(MB)
*Çavkanî: İbrahim Atmaca/AA