Li Efrînê teqîn pêk hatiye: 9 kes mirine, 43 kes jî birîndar bûne
Li navçeya Efrînê bombeyek teqîyaye û di encamê de 9 kes mirine, 43 kes jî birîndar bûne. Bombe di kamyonetekê da hatiye bicihkirin.

Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Li Efrînê duh (14ê Îlonê) di saetên êvarê de bi wesayîta bombekirî êriş kirine. Di encama êrişê de 9 kes mirine û 43 kes jî birîndar bûne.
Walîtiya Hatayê derbarê teqînê de daxuyanî daye û weha gotiye:
“Îro di saet 18.00an da li ser xaçerêya Çiqlê Zeytûnê ya Navend a Efrînê teqîn çêbûye. Li gor agahiyên 9 sivîl mirine û 43 sivîl jî birîndar bûne. Derbarê bûyerê da lêkolîn dewam dikin û ji bo tesbîtkirina nasnameyan jî xebatên me didomin.” (TP/AY/FD)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.