Li Edirneyê wesayitek qulipî ye: 13 jê penaber 14 kes birîndar bûne
Li navçeya Keşanê ya Edîrneyê, wesayîtek qelibîye ku penaberên afganî tê de bûne. Di encamê de ajokar û 13 penaber birîndar bûne.

Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Li navçeya Keşanê ya Edîrneyê, wesayîtek qelibîye. Di encamê de 14 kes birîndar bûne.
Li gorî nûçeya Ajansa Anadolûyê, wesayîta ku Semîh Yilmaz ajokarê wê bûye, li derdora Gola Kocadereyê li sê wesayîtan qelibî ye û paşê bi xwe qulipî ye.
Di encama qezayê de 13 penaberên afganî û ajokar birîndar bûne. Tîmên dermankirinê, polîs û cenderme çûne cihê bûyerê. Li wir midaxele li kesên birîndar kirine û paşê jî ew birine Nexweşxaneya Dewletê ya Keşanê. (EMK/FD)
Fotograf: Ajansa Anadolûyê
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.