Li Edeneyê teqîn: Kuştî û birîndar hene
Li otoparka derê avahiya Walîtiya Edeneyê teqînek pêk hat. Di encama wê teqînê de 2 kesan canê xwe ji dest dan û 21 kes jî birîndar bûn.

Ji bo nûçeya Tirkî / Îngîlîzî bitikîne
Li otoparka derê avahiya Walîtiya Edeneyê teqînek pêk hat. Walîtiyê daxuyand ku teqîn ji ber wesayîta bombebarkirî rû daye.
Teqîn di saet 08:05an de pêk hat.
Walîtyê daxuyanî da
"Di saet 08.05an de li otoparkê nêzîkî meqama Walîtiyê wesayît diteqe.
Tê texmînkirin ku êrîş ji hêla jinekê ve hatiye kirin. Di teqînê da 2 welatî mirin û 16 kes birîndar bûn.
Weşanên derbarê teqînê de hatin qedexekirin
Lijneya Radyo û Televizyonê daxuyand ku wan li ser talîmata serokwezîrtiyê weşanên derbarê teqîna li Edeneyê de qedexe kiriye.
(AS/YO)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.