Li Edeneyê erd hejiya
Li Edeneyê 3 erdhej li pey hev bi pileya 4,6, 4,5 û 4 pêk hat. Her weha navenda erdhejan navçeya Kozanê ye.

Li navçeya Kozana Edeneyê di saet 05.32an de bi pileya 4,6an erd hejiya.
Li gor agahiya ku li ser malpera Serokatiya Rêveberiya Karesatan û Rewşên Lezgîn (AFAD) hatiye weşandin pileya erdheja ku pêk hatiye 4,6 e û navenda wê Kozan e. Hat diyarkirin ku erdhej 7,6 kîlometro di bin erdê da çêbûye.
Piştre li navçeyê 2 erdhejên din ên bi pileya 4,5 û 4 pêk hatin.
Wezîrê Karên Navxweyî Alî Yerlîkaya aşkere kir ku “AFAD û hemû ekîbên saziyên me yên pêwendîdar li ser erdheja ku li bajarên derdorê jî hat hîskirin xebatên xwe yên qadê didomînin. Heya niha rewşek neyînî tune ye.”
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.