Li DYAyê xebatkarên Starbucksê di grevê de ne
Li DYAyê xebatkarên Starbucksê ji bo pênc rojan dest bi grevê kirin. Greva xebatkaran beriya sersalê li şaxên Starbucksê yên 11 eyaletan belav bû û bû sedema girtina nêzî 50 şaxên Starbucksê li seranserê wî welatî.

Li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê(DYA) xebatkarên Starbucksê dest bi grevê kirin. Greva 5 rojan di destpêkê de li Seattle, Los Angeles û Chicagoyê dest pê kir û paşê li 44 eyaletan belav bû. Nêzîkî 50 şaxên Starbucksê li seranserê welêt hatin girtin.
Tê payîn ku grev heta şeva sersalê bidome.
Xebatkaran diyar kirine ku tevî ku şîrketê gelek caran soz daye ku heta dawiya salê dê peyman bên îmzekirin, lê dîsa jî pêşniyareke cidî ya aborî nedaye wan.
Starbucks Workers United, sendîkaya karker lê birêxistin kirîne jî got ku di danûstandinên peymana komî ya karî de sozên ku şîrketê dane cîbicî nekirine û tu pêşkevtinek çênebûye. Li gorî daxuyaniya sendîkayê, grev ji ber “pêkanînên karî yên bêedaletî” dest pê kiriye.
(HA/AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.