Li DYAyê êrîşî 3 salonên masajê kirine: 8 kes mirine
Li Atlantayê êrişî 3 salonên masajê ku yên asyayîya ne kirine û di encamê de 8 kes mirine. Piştî êrişê gumanbarê ku temenê wî 21 e hatiye desteserkirin.

*Fotograf: Departmana Polîsan a Cheeroke
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li Atlantaya Dewletên Yekbûyî yê Amerîkayê(DYA) duh bişev bi çekan êrişî 3 salonên masajê kirine û di encamê de 8 kes mirine.
Şeva Sêşemê di nava 2 saetan de êriş li dijî 3 salonên masajê pêk hatiye. Êrişa destpêkê li Young’s Asian Massage ku li bakurê bajare çêbûye û di encamê de 2 jinên asyayî, jin û mêrekî ku xelkê wê deverê ye mirine.
Piştre êriş li salona Gold Spayê çêbûye û li wir 3 jinên asyayî û li salona Aromaterapî Spayê jî jinekî asyayî hatiye kuştin.
Sê saetan piştî êrişê gumanbarê ku temenê wî 21 e li başûrê rojavayê Georgiayê hatiye zeftkirin.
Li gorî daneyan li DYAyê bi pandemiyê re cûdakariya li dijî asyayîyan du qat bûye.
(PT/AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.