Li dijî girtina rojnamegeran kampanyaya “Nûçeyekê jî tu bişînî” dan destpêkirin

Fotograf-Vîdeo: Mîr Alî Koçer
Platforma Rojnamegerên Jin ên Mezopotamyayê (MKGP) û Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) derbarê girtina 9 rojnamegerên kurd de li ber avahiya xwe ya navçeya Yenîşehîra Amedê bi civîneke çapemeniyê li dar xist.
Rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ên rêxistinên bajarê Amedê û gelek rojnameger beşdarî civîne bûn. Di daxuyaniyê de pankarta "Çapemeniya azad nayê bêdengkirin" ku wêneyên 25 rojnamegerên kurd ên girtî li ser bû vekirin. Girseyê dirûşmên "Amed bêdeng nemîne xwedî li çapemeniya xwe derkeve" û "Çapemeniya Azad nayê bêdengkirin" berz kir.
Di dema daxuyaniyê de gelek polîs li cihê civînê amade bûn û nasnameyên kesên di rê de derbas dibûn kontrol kirin. Her wiha polîsan panqart a ku wenêyên rojnamegerên girtî lê çap kiriye jî 'qontrol' kirin û wiha derbas kirin.
Daxuyaniyê Berdevka Platforma Rojnamegerên Jin ên Mezopotamyayê (MKGP) Roza Metînayê xwend. Metîna, di daxuyaniyê de destnîşan kir ku wan kampanyeya "Nûçeyekê jî tu bişînî" daye destpêkirin û banga piştevaniyê kir. (MAK/FD)
VÎDEO-NÛÇE
Rojnameya Xwebûnê: Di çapemeniya Kurdan de kevneşopiyek 28 salan
.jpg)
VİDEO - NÛÇE
DFG û MKGP: Hedefgirtina rojnamegeriyê sûc e

Sînan Çîftyurek: Êrîşên Tirkiyeyê wê bi xwe re encamên neyînî bîne
.jpg)
Li Amedê çalakiya li dijî tecrîdê | Polîsan parlamenter dorpêç kirin

Hêzên emniyetê dikarin di saetên şevê de bi ser malan de bigirin?
