Li Dêrsimê pêşî li agir hatiye girtin
Agirê ku bi daristanên li Alîbogaziya navçeya Xozatê ya Dêrsimê derketibû hatiye girtin. Agir du hefte ye berdewam dike.

Ji bo nûçeya tirkî / İngilîzî bitikîne
Li Dêrsimê pêşî li agirê ku du hefte ye bi daristanê ketiye hatiye girtin.
Du hefte berê şewata li daristanê li herêma Alîbogaziyê ya navçeya Xozatê ya Dêrsimê dest pê kiribû û di encamê de gelek ajalên kovî û nebatên endemîk zerar dîtine.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê Midûriyeta Daristanan û Walîtiya Dêrsimê beşdarî xebatên vemirandinê nebûne. Di encama xebatên xwebexşan de pêşî li agir hatiye birîn. Tê gotin ku agir di dema operasyona leşkerî de derketiye. (EKN/FD)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.