Li Dêrsimê di serdegirtinên malan de 5 kes hatin desteserkirin
Li Dêrsimê 5 kes bi îdiaya ku “endamên rêxistinê ne” û “alîkariya rêxistinê kirine” hatin desteserkirin.

Li navçeya Nazimiyê û navenda Dêrsimê vê sibê di serdegirtinên malan de 5 kes hatin desteserkirin.
Li gorî nûçeya li Ajansa Mezopotamyayê weşiyeya, 5 kes bi îdiaya ku “endamên rêxistinê ne” û “alîkariya rêxistinê kirine” hatin desteserkirin.
Her weha ji kesên hatine desteserkirin jê Torûn Dîlsîzê 71 salî rewşa tenduristiya wî baş nîne.
Hat ragihandin ku wê hejmara kesên bên desteserkirin zêde bibe.
(TY/AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.