Li Dêrsimê 6 kes hatin desteserkirin
Li Dêrsimê di encama operasyonekê de rojnameger jî di nav de 6 kes hatin desteserkirin.

Li Dêrsimê vê sibê polîsan bi ser gelek malan de girtin û 6 kes desteserkirin e.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê di encama serdegirtinên malan de rêveberên Komeleya Hawirdorê ya Munzurê Alî Yildiz û Ozkan Arslan, Serokê Yekitiya Mêşvanan ê berê Kazim Tosun, nûçegihanê Rojnameya Yenî Demokrasiyê Ertan Çita û Yaprak Kurban hatin desteserkirin.
Kesên hatine desteserkirin birin rêvebiriya emniyetê ya bajêr lê sedema desteserkirina wan diyar nîne.
Hat zanîn ku Arzu Ozdemîr jî di çarçoveya operasyonê de li Stenbolê hatiye desteserkirin.
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.