Li Colemêrgê sitûriya berfê gihîşt 7 metreyan
Ekîbên paqijiya berfê hewl didin rêya ku diçe gund û gundikan ji berfê paqij bike lê ji ber ku berf zêde bariye nikarin zêde bipêş biçin.

Li navçeya Geverê ya Colemêrgê berfa zêde bandoreke neyînî li jiyanê kir.
Ekîbên paqijiya berfê hewl didin rêya ku diçe gund û mezrayên herêma Oremarê ku sitûriya berfê li hin cihan digihîje 7 metreyan vekin.
Tevî ku ekîbên Midûriyeta Îdareya Taybet a Navçeyê ji bo vekirina rêyên girtî xebatên xwe didomînin jî, sitûriya berfê karê ekîban zihmet dike.
Li gorî nûçeya Ajansa Anadolûyê, ekîban bi makîneyên karî "tuneleke berfê" çêkirine û armanc dikin ku di demeke kurt de rêya gund û gundikan vekin. (TY/AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.