Li Colemêrgê şer: 2 leşker mirine
Wezareta Berevaniya Neteweyî aşkere kiriye, ku li bejahiya navçeya Çelê ya Colemêrgê şer derketiye û di encamê de 2 leşker mirin e.
.jpg)
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Berevaniya Neteweyî(MSB) ragihandiye, li bejahiya navçeya Çelêya Colemêrgê êrişek pêk hatiye. Di encama êrişê de leşkerên bi navê Emre Buyukyildirim û Mûstafa Ahmet Demîr mirin e.
Li gor daxuyaniya MSBê êriş ji dûr ve bi mûşekan pêk hatiye. Di encama wê êrişê de 2 leşker birîndar bûne û ew ji bo dermankirinê bo nexweşxaneyê hatine şandin, lê tevî hemû midexaleyên doktoran ji mirinê rizgar nebûne. (EKN/AY/FD)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.