Li Colemêrgê 7 kes hatine desteserkirin
Li Colemêrgê polîsan bi ser malan de girtine û 7 kes desteserkirine.

Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li Colemêrgê polîsan vê sibehê bi ser hin malan de girtine. Di encama serdegirtinan de 7 kes hatine desteserkirin
Li hin taxên girêdayî navenda Colemêrgê polîsan serê sibêeh bi ser hin malan de girtine.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê piştî lêgerînên li malan, Fatma Dûrmaz a 65 salî û kurê wê Ahmet Dûrmaz jî di nav de bi giştî 7 kes hatine desteserkirin.
Kesên hatine desteserkirin, birine Rêvebiriya Emniyetê ya Colemêrgê.
Biryara qedexeyê li ser dosyeyê ye heta 24 saetan parêzeran nikare kesên desteserkirî bibîne.(AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.