Li Colemêrgê 5 kes hatine desteserkirin
Li Geverê di serdegirtinên malan de 5 kes hatine desteserkirin.

Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li gundên Bilindbasan û Birdik ên bi ser navçeya Gevera Colemêrgê û li navenda navçeyê polîs û leşkeran bi ser malan de girtine û 5 kes desteserkirine.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê P.B, H.B, M.E.S, S.F û kesekî ku navê nehatiye zanîn bi îdiaya ku "alîkariya rêxistinê kirine" hatine desteserkirin.
Kesên hatine desteserkirin piştî îfadeya li emniyetê birine serdozgeriyê.
(AS/AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.