Li Çînê bi pileya 6.8an erd hejiya
Li Herêma Xweser a Tîbetê ya Çînê bi pileya 6.8an erd hejiya. Li gorî daneyên destpêkê di encamê de 53 kes mirin û 62 kes jî birîndar bûn.

Li Herêma Xweser a Tîbetê ya Çînê serê sibê di saet 09.05an de bi pileya 6,8an erdhejek pêk hat.
Navenda Tevnên Erdhejê ya Çînê (CENC) ragihand ku navenda erdhejê navçeya Tingri ya bajarê Shîgatseyê ya Herêma Xweser a Tîbetê ye. Erdhej 10 kîlometre di bin erdê de çêbûye.
Li gorî nûçeya AAyê ya ku ji çapemeniya Çînê wergirtiye; Di erdhejê de zêdetirî 1000 avahî di astên cuda de xisar dîtin. Li gorî agahiyên destpêkê 53 kes mirin û 62 kes jî birîndar bûn.
Piştî erdhejê Îdareya Erdhejê ya Çînê di çarçoveya xebatên alîkariyê yên karesatê de tîmek şand herêmê.
Navenda Lêkolînên Jeolojîk a DYAyê (USGS) mezinahiya erdhejê 7,1 ragihandiye.
(RT/AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.