Li Çewlîgê bi pileya 4.7an erd hejiyaye
Li Xolxol, navçeya Çewligê bi pîleya 4.7an erd hejiyaye. Bandora wê li herêmên derdorê jî bûye.
.jpg)
Li Xolxol, navçeya Çewlîgê di saet 03.49an de bi pîleya 4.7an erd hejiyaye.
Serokatiya Rêveberiya Karesatan û Rewşa Lezgîn(AFAD) aşkere kiriye ku erdhej saet di 03.49an de bi pileya 4.7an, 7 km di bin erdê de li navçeya Xolxolê pêk hatiye.
Walitiya Xarpêtê ragihandiye ku bandora erdhejê li navçeyên Dep û Paliyê bûye û heta niha derbarê zirar û ziyanan de agahiyên nerênî ji wan re nehatiye.
Kadîr Ekîncî, Waliyê Çewlîgê jî derbarê erdhejê de daxuyanî daye û gotiye ku navenda erdhejê navçeya Xolxolê ye di saet 03.49an de bi pileya 4.7an pêk hatiye. Heta niha rewşeke nerênî nîne û tîmên wan xebat û kontrolên xwe didomîne.(AY)
*Çavkanî: AA
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.