Li Çewlîgê bi pileya 4.5an erd hejiyaye
Li bajarê Çewlîgê bi pileya 4.5an erd hejiya ye û bajarên derdorê jî hatiye hîskirin.
.jpg)
Li bajarê Çewlîgê di saet 11.29ê îro de bi pileya 4.5an erd hejiya ye.
Serokatiya Rêveberiya Karesatan û Rewşa Lezgîn (AFAD) li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihandiye ku li navenda bajarê Çewlîgê di saet 11:29an de bi pileya 4.5an erdhejek çêbûye û kûrahiya wê 7 kîlometre bin erdê bûye.
Heta niha derbarê zerar û ziyanan de ti agahî nehatine belavkirin.
Erdhej li bajarên derdorê jî hatiye hîskirin.(AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.