bianet'in özel bildirimlerine izin vererek önemli gelişmelerden haberdar olabilirsiniz.
Li Burkina Fasoyê bi êrîşeka çekdarî 37 kes hatine kuştin
Li Burkîna Fasoyê dema ku wesayitên karkerên komirê yên şirketa Kanadayî, Semafoyê derbas dibû, êrîşeka çekdarî hatiye kirin. 37 kes mirine, li gor nûçeyeka France 24ê ya kêm 60 kes jî birîndar bûne.

Wêne: AA/arşîv
Li Burkîna Fasoyê dema ku wesayitên karkerên komirê yên şirketa Kanadayî, Semafoyê derbas dibû, êrîşeka çekdarî hatiye kirin. 37 kes mirine, li gor nûçeyeka France 24ê ya kêm 60 kes jî birîndar bûne.
Li gor nûçeyeka Ajansa Anadoluyê pêşiyê êrîşkaran, dema wesayit derbas dibin mayinek qeqandiye û paşê bi çekan li wan reşandiye. Li gor Ajansa Anadoluyê jimara birîndaran 20 e.
Li gor ajansa fermî ya Burkina Fasoyê (AIB) li heft herêman Rewşa Awarte hatiye îlankirin. Di çar salên dawiyê de jimara hemwelatîyên bi êrîşan hatine kuştin ji 600an zêde bûye.
Walîyên wîlayetên rojhilatî yên wî welatî, General Saidou Toussaint Prosper Sanouyî ji bo êrîşan gotiye:
“Êrîşên nemerdane û hovane ne.”
(MB)
Çavkanî: AIB, France 24, AA
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.