Li Bodrûmê 30 kes ji ber Newrozê hatine desteserkirin
Li Bodrumê 30 kes bi sedema ku tevli pîrozbahiya Newrozê bûne, hatine desteserkirin.

Li Bodrum, navçeya Mûglayê 30 kes bi sedema ku tevli pîrozbahiya Newrozê bûne, hatine desteserkirin.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê li Bodrum, navçeya Muglayê vê sibehê polîsan bi ser gelek malan de girtine û 30 kes bi sedema ku tevlî Newrozê bûne desteserkirin e.
Hatiye zanîn ku kesên hatine desteserkirin birine Rêvebiriya Polîsan a Bodrumê.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin berzkirina dirûşmên di Newrozê de wek sûc hatiye dîtin û kirine hêceta desteserkirinê. (AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.