Li Behra Egeyê erd hejiya
Li Behra Egeyê saet 15.28 deqîqeyan bi mezinahiya 6.3yê erdhejek pêk hat.

Ji bo nûçeya Tirkî / Îngilîzî bitikîne
Rasatxaneya Kandilliyê aşkere kir ku mezinahiya erdhejê 6.3 ye û 20.07 kîlometre dûrî ser rûyê erdê çêbûye.
Latest map of the felt reports collected at EMSC after M6.3 #earthquake pic.twitter.com/MbIBfNjrMu
— EMSC (@LastQuake) 12 Haziran 2017
Navenda Sîsmolojî ya Ewropa-Behra Spî (EMSC) jî diyar kir ku erdhej bi mezinahiya 6.3yê çêbûye û navenda wê 84 kîlometre li bakurê rojavayê Îzmîrê dikeve.
Bandora erdhejê li gel Stenbolê, li welatên weke Bûlgarya û Yûnanistanê jî bû. (BK/FD)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.