Li Bedlîsê şer û teqîn: 6 leşker û cerdevanek mirin, 7 leşker jî birîndar bûn
Li navçeya Xîzan a Bedlîsê navbera hêzên PKKê û hêzên ewlehiyê de şer derket. Her wiha dema wesayîta leşkeran derbas dibû teqîneke mezin jî pêk hat. Di encama şer û terqînê de heta niha 5 leşker 3u cerdevanek mirin, 7 leşker jî birîndar bûn.
.jpg)
Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Li çoltera navçeya Xîzanê ya Bedlîsê de navbera hêzên PKKê û hêzên ewlehiyê de şer derket. Encama wê şerê de cerdevanek hat kuştin, leşkerek jî birîndar bû.
Hin leşker jî, ji bo teqwiyeyê xwestine biçin herêma lê şer heye. Lê îro di saet 13:00an de dema wesayîta leşkeran derbas dibû bombeya di rê de hatibû bicihkirin teqîya û di encamê de 5 leşker mirin û 5 leşker jî birîndar in.
(EKN/YO)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.