Li Bazidê çawişekî pispor miriye
Li navçeya Bazidê ya Agiriyê di encama pevçûna di navbera PKKiyan û leşkeran de çawişê pispor Goksel Koç miriye. Di dema derbasbûna mînîbusa sivîlan de teqîn çêbû, di encamê de du zarok birîndar bûne.

Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Li navçeya Bazidê ya Agiriyê duh bi şev di navbera leşkeran û PKKiyan de pevçûn derketiye. Di encama pevçûnê de çawişê pispor Goksel Koç ê 40 salî miriye.
Pevçûn li gundê Güngörenê yê li quntara Çiyayê Agiriyê derketiye. Koçê ku di pevçûnê de birîndar bûye bi ambulansê rakirine Nexweşxaneya Dewletê ya Doç. Dr. Yaşar Eryilmaz a Bazidê. Koç li vir miriye.
Walîtî: Du zarok jî birîndar bûne
Piştî pevçûnê gelek yekîneyên zirxpoş şandine herêmê.
Li gorî daxuyaniya Walîtiya Agiriyê teqemeniya ku ji bo hêzên piştî pevçûnê biçin herêmê li ser rê hatiye bicîkirin, di dema derbasbûna minîbusek sivîlan de teqiya ye.
Walîtiyê diyar kiriye ku di encama vê teqînê de du zarok birîndar bûne. (AS/FD)
* Fotograf: Ogûzhan Hançer – Agirî / DHA
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.