Li Antalyayê polîsan gelek kes desteserkirin e
Li Antalyayê polîsan vê sibê di ser de girtinê malan de rêveberên TIP, Halkevî û SYKPyê jî di nav de gelek kes desteserkirin e.
.jpeg)
Fotograf: Wezareta Dadê
Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
Di çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarî ya Antalyayê ve hatiye destpêkirin de vê sibê polîsan bi ser gelek malan de girtine.
Operasyon ji aliye Şaxa Têkoşîna Dije Terorê ya Rêvebiriya Emniyeta Antalyayê ve hatiye pêkanîn.
Piştî lêgerînên li malan rêveberên Halkevî, SYKP û TÎP’ê jî di nav de gelek kes hatine desteserkirin.
Serokê Halkeviyê yê Şaxa Antalyayê Gurkan Gulseven, Endamê PMya SYKPê Taylan Sonmez û Enes Keskîn Rêveberê Partiya Karkeran a Tirkiye(TIP) jî di nav de gelek kes hatine desteserkirin.
Li gorî Ajansa Mezopotamyayê kesên hatine desteserkirin, birine Rêvebiriya Emniyeta Antalyayê.
(AS/AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.