ZANÎNGEHA AKDENÎZÊ
Li Antalyayê nijadperestan êrişî xwendekarên Kurd kirine
Li Zanîngeha Akdenîzê ya Antalyayê komeke nijadperest êrişî 3 xwendekarên Kurd kirine. Xwendekarên birîndar ji bo nexweşxaneyê hatine rakirin.

Li Zanîngeha Akdenîzê ya Antalyayê komeke nijadperest ku 30 kes bûne êrişî 3 xwendekarên Kurd kirine.
Li Kampusa Zanîngeha Akdenîzê komeke nijadperest ku 30 kes bûne êriş birine ser 3 xwendekarên Kurd.
Di encama êrişê de xwendekarên bi navê Botan Artûç û Feyzî Akan birîndar bûne û birine Nexweşxaneya Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Akdenîzê û xwendekara bi navê Hatîce Tong jî birine Nexweşxaneya Dewletê ya Ataturkê.
Hatiye diyarkirin ku xwendekarên birîndar hê jî tên dermankirin û koma nijadperest ji sibehê ve li nav kampusê bela xwe li xwendekarên Kurd dide. (AY)
*Çavkanî: Ajansa Mezopotamyayê
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.