Li Amedê şer derketiye: 2 leşker hatine kuştin
Li çoltera navçeya Licê pevçûn derketiye û di encamê de 2 leşker hatine kuştîn û leşkerek jî birîndar bûye.

Li çoltera navçeya Licê di navbera PKKê û hêzên artêşê de pevçûn derketiye û di encamê de 2 leşker hatine kuştîn û leşkerek jî birîndar bûye.
Wezareta Navxweyî têkildarî şerê li navçeya Licêya Amedê qewimîye daxuyanî daye. Wezaretê diyar kiriye ku di şerê ku li taxa Zerraya navçeya Licêyê derketiye de çawişên pispor Ogûzhan Ardûç û Tûrgût Îçen mirine û çawişê pispor Mustafa Can Akdogan jî birîndar bûye û rakirine Nexweşxaneya Dewletê ya Amedê. (AY)
*Çavkanî: Ajansa Mezopotamyayê
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.