Li Amedê Komeleya Wêjekarên Kurd hatiye avakirin
Li Amedê bi armanca piştgiriya nivîskaran û pêşxistina wêje û ziman Komeleya Wêjekarên Kurd hat avakirin. Walîtiya Amedê serlêdana komeleyê qebûl kir û hevserokê komeleyê jî Sûltan Yaray û Hogir Berbir in.

Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li Amedê bi armanca piştgiriya nivîskaran û pêşxistina wêje û ziman Komeleya Wêjekarên Kurd hat avakirin. Walîtiya Amedê serlêdana komeleyê qebûl kir û hevserokê komeleyê jî Sûltan Yaray û Hogir Berbir in.
Hevseroka komeleyê Sûltan Yaray, anî ziman ku piştî Komeleya Nivîskarên kurd bi KHK'ê hat girtin, valahiyek çê bûye û ji ber vê komele ava kirine. Yaray, da zanîn ku wê komele bi zaravayê kurmancî, kirmanckî û soranî xebatên xwe bike û wê di çaçroveya xebatan de atolyeyan, şevbuhêrkan, panel, semîner û konferansan jî li dar bixin. Her wiha Yaray, diyar kir ku armanceke komeleyê jî piştriya nivîskaran û danasîna berhemên wan e.
(MB)
*Çavkanî: Ajansa Mezopotamyayê
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.